Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirsa Penaber Û Koçberên Sûrî Û Cîhanê di Civîna Cenevrê de


Di van sê rojan de Foruma Yekê ya Navntewî li bingeha Netewên Yekbûyî li bajarê Cinêv li dor rewşa zêdetirî 25 mîlyon penaber û koçberên li cîhanê civînan encam didin.

Civînên taybet yên derbarê pirsgirêka penaberan dê sê rojan bihê berdewam kirin, rojên 16, 17 û 18î vê mehê bi beşdarîya 3 hezar kesan ku di nav de serokên welat û wezîr û berpirsên siyasî hene beşdar dibin.

Bi amadebûna sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî António Guterres civînên li ser dîtina çareseriyekê bo penaber û koçberên herêmên ku şer hene tên gotûbêj kirin, bi taybet li welatên weke Sûriya, Afganistan, Venezuela, Pakistan û welatên din.

Tirkiye welatê herî zêde penaberên Sûrî lê hene, serokê Tirkiyê tevî şandekê beşdarî civînan bûye, herî zêde Tirkiye dixwaze penaberên Sûrî li gur planeke taybet vegerîne Sûriyê.

Lê çavdêr didin zanîn ku dibe plana Tirkiyê zêdetir planek siyasî be ji ya mirovatîyê, dema ku alîkarîya Tirkiyê bihê kirin ewê bibe sedema guhertina demografîya herêmê bi taybet ya herêmên Kurdan li bakur û rojhilatê Sûriyê.

Çavdêrê Siyasî Ehmed Dere
Çavdêrê Siyasî Ehmed Dere


Bo danûstendinên li ser vê mijarê di bernama 'Hest Û Helwest"de berêz Ahmed Dere şirovekarê siyasî ji Strasburg û berêz Ciwan Yousif ji bajarê Bern yê Swîsre beşdarî bernamê bûn.

Berêz Dere da zanîn ku di civîna Cinêvê de Serokomarê Tirkiyê R. T. Erdogan dixwaze zextan li civaka navnetewî û welatên Ewrûpa bike da ku pereyan bidin Tirkiyê bo bicih kirin û vegerandina penaberên Sûrî.

Ciwan Yûsif Berpirsê Komîta Kurdî ya Mafên Mirovan li Bern
Ciwan Yûsif Berpirsê Komîta Kurdî ya Mafên Mirovan li Bern


Dere dîsan got ku, Tirkiye weke pirsek siyasî ji Amerîka û civaka navnetewî dixwaze ku petrola Sûriyê bikeve di xizmeta vegerandina penaberên Sûrî de.

Berêz Ciwan Yousif jî da zanîn ku xala sereke ya penaberên Sûrî ya ku Kurd jê ditirsin "Xala bicih kirina penaberên Sûrîye".

Ciwan dide zanîn ku tirsa wan heye, penaberên Sûrî yên li Tirkiyê vegerînên herêmên nû ku ne herêm û warên wan yên dîrokî ne.

Hest Û Helwest 17 12 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:48 0:00


XS
SM
MD
LG