Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Derya Naverast 82 Penaber Jiyana Xwe Ji Dest Didin


Saziya Penaberan ya Netwên Yekgirtî Pêncşemê ragihand ku gemiyeke penaberan ku 86 kes higirtbûn û ji Lîbya dihat şeva bûrî di ava Derya Naverast de jêrav bûye 3 kes rizgarbûne û 82 kes di wendane û yek jî piştî rizgarbûyî jiyan xwe ji dest da.

Gemiya ku penaber têde bûn li hember bajarê Zarzis yê Tunisî hatiye dîtin, rojekê piştî êrîşa esmanî li Lîbya bo ser bingeheke desterskirinê pêkhat bû 44 kes di êrîşê de hatbûn kuştin.

Lorena Lando berpisa rêxistina navnetewî ya penaberan li Tunisê got, masîgirên Tunsî gemiya jêravbûyî dîtiye, tenê çar kes mabûn, ew paldane peravê, lê yek ji 4 kesên rizgarbûyî di heman şevê de jiyana xwe ji dest da û her sê kesên din hinartine nexweşxanê.

Hefteya derbasbûyî jî gemiyeke din ya penaberan ji Lîbya gihabû derbenda Sfax li Tunis 65 kes di wê gemiyê de bûn.

XS
SM
MD
LG