Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberên Sûrî li Tirkiyê di Navbera Agirê Şer Û Fişarên Vegerandinê De


Zarokên Sûrî Yên Penaber li Tirkiyê
Zarokên Sûrî Yên Penaber li Tirkiyê

Penaberên Sûrî bi sed hezaran li Tirkiyê dimînin, hin ji wan di dema destpêka şerê navxwe yê Sûriyê ku berî 8 salan hatbû destpêkirin hatbûn Tirkiyê, û hin ji wan jî berî 6 heta 2 salan reviyane Tirkiyê.

Walîtiya Stenbûlê ji Penaberên Sûrî dixwaze vegerin welatê xwe, jibo gelek kes û malbatên penaber astengî hatine derxistin û nikarin êdî li Stenbûl û hin bajarên dî yên Tirkiyê bimînin.

Çavdêrên siyasî dibêjin, serokê wî welatî Recep Tayyip Erdogan ji sedema ewqas hejmara zêde ya penaberên Sûrî ketîye di tengasiyê de, bi taybet piştî li Stenbûlê partiya AKPê dengên xwe kêm kirîn.

Raya giştî ya Tirkiyê dibêje, êdî welatê wan nikare hebûna ewqas penaberan qebûl bike, herçende desthilatê pêşîya şerê navxwe yê Sûriyê bi germî pêşwaziya penaberan dikir, lê nihe ew rastî zext û fişaran tên.

Ji bo gotûbêj kirina rewşa penaberên Sûrî li Tirkiyê û çarenivîsa wan ya nediyar, bernama "Hest û Helwest" mêhvandariya berêz Alî Îbrahîm, Endamê Komîta Navîn ya Partî Demokratî Kurdistana Sûriyê ku niha li Tirkiyê dimîne û berêz Husên Alî çalakvanê Kurd ku ji Efrînê ye û niha li Tirkiyê dimîne kir.

Berêz Alî Îbrahîm dibêje, ji aliyekî dewleta Tirk penaberên Sûrî weke kart li hemberî welatên Ewrupa bikar tîne, li aliyê din, opozisyona Tirkî jî wan weke kart li dij Erdogan û desthilata AKP bikar tîne.

Alî herwiha got penaberên Sûrî li Tirkiyê statuyeke taybet heye û ew mêhvanin û bi şêweke demkî li Tirkiyê hatine wergirtin.

Berêz Husên Alî, ku ji Efrînê ye li Tirkiyê dijî, dide znaîn ku ew nikarin vegerin Efrînê jiber ku ewlehî li herêmê nîne û xelkê Efrînê bi xwe koçberî herêma Şehba bûne.

Hest Û Helwest 13 08 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:51 0:00

XS
SM
MD
LG