Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Ecizbûnek li Kampeke Penaberên Sûrî li Urdunê Derket


Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya penaberan dibêje ecizbûnek li kampa penaberên Sûrî ya li Urdunê derket, pişt ku karbidest gotine çend penaberan ku ew nikarin vegerin welatê xwe.

Berpirsê peywendîyan yê UNHCR li Urdunê, Alî Bîbî dibêje ku ne xuya ye çend kes beşdarî pevçûna îro Pêncşemê li kampa Zataarî bûne.

Pevçûn li wê demê qewimî, piştî ku çend penaberan li otobusekê sîwar bûn û hewil dan vegerin welatê.

Lê, hate ragihandin ku desthilatdarên Urdunî rê li ber wan girtin. Alî Bîbî li ser wê yekê got, hikûmeta Urdunê ev biryar da, jiber ku şer di navbera hêzên hikûmeta Serok Beşar Esed û serhildayan de li nêzîkî sînora Urdunê hîn berdewam bû.

Berpirsê UNHCR got, ti raport di destê wan de tune ye hin xwepêşandêr birîndar bûne.
Li Urdunê zêdetirî 100 hezar penaberên Sûrî, ji dema destpêbûna şerê navxweyî li Sûrîyê bicîh bûne.
XS
SM
MD
LG