Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IOM: Îsal li Cîhanê 2848 Penaber di Rêwîtîya Hêvîyê de Mirin


Rêxistina Navnetweyî ya Koçberî (IOM) îro Înê ragihand ku di 6 mehên pêşî yên îsal de, 2011 kes li Derya Sipî xeniqîn, dema wan dixwest ji Lîbya bi rêka Îtalya xwe bigehînin Ewrupa.

IOM, sala borî van çaxan dabû zanîn ku di 6 mehên pêşî yên 2016’an de, 2911 penaber li Derya Sipî fetisîne.

Li gor rapora IOM’ê, li seranserê cîhanê, ji destpêka 2017’an vir ve 2848 kes li ser rêka revê jîyana xwe ji dest da.

IOM’ê dîyar kir ku îsal, heta niha 84,000 kes di ser rêka behran re bi qaçaxî giheştine Ewrupa.

Ji van 72,000 kes giheştin Îtalya, 8363 çûn Yunanistanê û 3314 kes jî xwe gihandin Îspanya.

Par, hejmara penaberên ku di ser rêka behran re giheştin Ewrupa pirtir bû. Di sala 2016’an de heta Hezîranê de bi qasî 216,000 kes giheştin Ewrupa.

Piranîya penaberên çûne Yunanistanê ji Sûrîyê ne. Pirtirîya penaberên li Îtalya jî ji welatên Afrîqa yên wek Nîjerya, Erître û Gîne ne.

Sazîyên alîkarîyê yên navneteweyî dîyar dikin ku di rastîyê de, hejmara penaberên di behran xeniqîne ji ya raportan zêdetir e.

XS
SM
MD
LG