Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dora 200 Penaber li Nêzî Berevên Lîbya Hatin Rizgar Kirin


Di vê wêneya arşîvê de çend penaber li Derya Sipî tlne rizgar kirin
Di vê wêneya arşîvê de çend penaber li Derya Sipî tlne rizgar kirin

Wezareta Berevanî ya Îspanî îro Duşemê ragihand ku hêzên wê yên deryayî li nêzî beravên Lîbya, 200 penaber rizgar kirin, termên 2 penaberan jî dîtin.

Wezaretê da zanîn ku bi giştî 229 kes ji alîyê keştîyeke Îspanî ve hatin rizgar kirin, piştî ku belemên penaberan peyamên hawarçûnê şandine hêzên wan.

Piştî ku penaber hatin filitandin, ew bi gemîyeke Swêdî re, ji Îtalya re hatin veguhastin.

Di nav çar salên borî de nîv mîlyon kes ku piranîya wan ji herêma Sahara ya Afrîqa ne, ji ser Lîbya re Derya Sipî derbaz kirin û giheştin Îtalya.

Rêxistinên penaberan didine zanîn ku dora 13,000 kes di rêwîtîya jîyaneke baş de li nav pelên deryayê fetisîn.

XS
SM
MD
LG