Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberê Sûrî Yê Ku 6 Sale Hatî Almanya Dixwaze Bibe Endamê Parlemenê


Avahiyê Reichstag, Parlemena Almanya-Berlin
Avahiyê Reichstag, Parlemena Almanya-Berlin

Berlin 25ê Şibatê. Nêzîkî 6 salane penaberê Sûrî Tariq Alaows weke paneberkî Sûrî ji ber leşkeriya bi zorî ji welatê xwe reviya bû û bi rêya derya Age(Îce) bi gemeiyek plastîkî û bi rêkên qaçax xwe gihandbû Athena û ji wir piraniya rêya xwe heta gehiştî Vienna bi piyan hatbû, daxwaza mafê penaberiyê kirîye û dixwaze bibe endamê parlemena Almanya.

Tariq Alaows plan kirîye ku di nava partiya Keskan de ji herêmeke komirê ya li rojavayê Almanya di hilbijartinên giştî yên parlemena fedral ku meha Septemberê dê bihên encam dan, weke nûnerê herêmê xwe berbijar bike.

Piştî sala 2015ê Alaows xwe gihand Almanya ji çendîn salên bê ewlehî hest bi aramiyê kir, lê wî hesteke cûda hebû dema ku di meydaneke lîstinê de li gel 60 penaberên din di list û qedexeye ew kar bike û nikare bi fermî jî dersên zimanê almanî bixwîne "Min zanî ku ji bal xwe, ez jî wekî her kesekî bandor windabûna di nava siyasetê de, li ser min heye û kesek nûnertiya min nake."

Alaow derçûyê qanûnê yr, bi zimanekê Almanî hema yê bêkamsî gote ajnasa Reuters. Tariq Alaows di wan 6 salan de bi rêya Google xwe fêrî zimanê Almanî kir, piştî ku Serokwezîr Angela Merkel sala 2015ê deriyê penaberiyê vekir, Tariq jî weke 100 hezaran penaberên ku ji şer û hejariyê ji Rojhilata Navîn û ciyên din revîne xwe gihand Almanya.

"Penaberên ji sala 2015ê û yên berê jî li Aalmanya hene, dem hatiye ku bi şêweke bilind dengê wan bihê bihîstin û bihên demokrasî kirin ku parçekin ji vê civakê û divê deng xwe di nava siyasetê de hebe." Aawos got.

Wî hin şîret jî derbarê rewşa penaberan dan "Penaber di vê civakê de bi cûdakariya sîstematîk re, rû bi rû ne. Ew ji nijadperestî û ji qanûnên penaberî û mafê rûniştinê karîger dibin, ew tecrûbeyên ku penaber parve dikin in û êşa hemîyan e, ez dixwazim li ser wan bixebitim di van waran de guhertinan pêk bînim ". Alaows got.

[NB1]abrên

XS
SM
MD
LG