Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştin li Ser Sînorê Tirkîyê û Îranê


Sînorê Di navbera Tirkîyê û Îranê de
Sînorê Di navbera Tirkîyê û Îranê de

Ji serê sala 2020’an heya niha li bajarê Wanê li ser sînorê di navbera Tîrkîyê û Îranê de 3 kes hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.

Bajarê Wanê dikeve rojhilatê Tîrkîyê û li ser sînorê Îranê ye. ligor Ajansa Mezopotamya yê, Di nav 8 mehan de ji alîyê leşkeran ve 3 kes hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.

Herî dawî li Bajarokê Ebaxa (Çaldiran) li herêma Wanê nêzî sînorê Îranê bavê 6 zarokan Îbrahîm Bakara di encama gule barandinê ji aliyê leşkeran de hat kuştin.

Muazez Orhan Parlamantera (HDP)ê ya Wanê
Muazez Orhan Parlamantera (HDP)ê ya Wanê

Parlamantera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Muazez Orhan derheqa kuştin û brîndar kirina van kesan de ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi nivîskî pirsî ku ev bûyer çima ji alîyê dozgeran ve naye lêkolîn kirin? “Li ser sînor di nav 8 mehan de 6 bûyer çêbûne. Di van bûyeran de kuştî û birîndar hene, lê ji alîyê dozgerîyê ve ti lêpirsin nehatîye despê kirin. Di vê Wezareta Dadê bersiva van bûyeran bide.”

Di nava van bûyeran de Walîtîya Wanê tenê li ser kuştina İbrahîm Baykara daxuyanîyek nivîskî belav kirbû û gotibû, ku ew bi çeka keleşnîkofê hatîye kuştin û ew jî aliyê leşkerên Îranê de heye û loma çi aleqeya wan bi wê kuştinê ra tine.

Liser vê yekê parlamanter Orhan dide zanîn ku di destê leşkerên Tirk de jî keleşnîkof hene û bi van çekan gef li 3 şivana hatine kirin.

“Li Gundê Kaşkola Elbakê dema leşkerên Tirk êrîşî şivanan dikin dibêjin ku “Ev çekên didestê me de qeyda wan di fermîyetê de tine, jiber vê yekê em we bikujin jî ti kes agahdar nabe.” Ev gotina leşkeran daxuyanîya Walîyê Wanê vala derdixe. ”

Herwiha liser sînorê Tirkîyê û Îranê dema ji alîyê hêzên leşkerî ve operasyonên dijî qeçaxçîyan tên li dar xistin. Parlamanter Orhan got, ku dibe ev kesên tên kuştin qaçexçî bin, lê ev kuştin û brîndar kirina wan rewa nake, divê leşker ligor qanûnan û mafên mirovan tev bigerin.

Arif Aslan - Wan 13 08 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:17 0:00


XS
SM
MD
LG