Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IOM: Ji Destpêka 2017'an Vir ve 1089 Penaber li Derya Sipî Xeniqîn


Penaberên ku di Derya Sipî de xeniqîne, li berava Lîbya
Penaberên ku di Derya Sipî de xeniqîne, li berava Lîbya

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberî (IOM) da zanîn ku ku ji destpêka 2017’an vir ve, 1089 penaber li Derya Sipî xeniqîne.

IOM’ê, daneyên ser penaberên ku di behran de xeniqîne, li Atîna ya Yunanistanê bi daxuyanîyekê ragihand.

Li gor daneyan, 1002 penaber di rotaya Afrîqa Bakur û Îtalya de, 37 di ya Derya Sipî û Derya Ege de xeniqîne. 50 penaber jî li ser rêka Afrîqa Bakur û Îspanya jîyana xwe ji dest dane.

IOM’ê dîyar kir ku li gor par van çaxan, hejmara penaberên ku giheştine Ewrupa îsal kêm bûye.

Sala çûyî, hejmara penaberên ku giheştibûn Ewrupa 205,613 bû ku îsal heta niha 43,204 e.

Ajansa Ewlekarîya Sînorên Yekîtîya Ewrupa (Frontex) hişyarî da ku ewê di havînê de, penaberên ku bixwazin derbasî welatên Ewrupê zêde bibin.

IOM’ê da zanîn ku ewlekarên beravên Îtalya, hefteya borî 8,400 penaber di Behra Sipî de ji mirinê xelas kirine.

Herî dawî, li nêzî Girava Lesvos ya Yunanistan 16 penaber xeniqîbûn û 8 jî wenda bûbûn.

XS
SM
MD
LG