Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Eurostat: 63,000 Zarokên Penaber bi Tenê Revîyan Welatên Ewrupî


Sazîya Îstatîkên Ewrupa, Eurostat bi daxuyanîyekê hejmara zarokên ku ji herêmên bi şer û kêşe bi tenê revîyane welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) ragihand.

Li gor Eurostat’ê, di sala 2016’an de 63,300 zarok bi tenê revîyan welatên Ewrupî û herî zêde jî li Almanya bi cîh bûn.

Eurostat dîyar kir ku hejmar li gor sala 2015’an daketîye ku par 96,000 zarok revîyabûn welatên Ewrupî.

Daneyên Eurostat nîşan didan ku 89 ji sedê zarokên revîyane kur in û temenê 68 ji sedê wan di navbera 16 û 17’an de ye.

Zarokên penaber herî zêde ji Afganistanê ne û li dû wan jî yên Sûrîye tên.

XS
SM
MD
LG