Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serok Pence Dema Walîtîya Indiana Emaîla Taybet bi Kar Anîye


Ajansa AFP ji medya Amerîkî radigihêne ku Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence, dema walîyê eyaleta Indiana bû, di karên fermi de emaîleke taybet bi kar anîye.

Emaîlê ku ji alîyê rojnameya Indianapolis Star hatine dest xistin, nîşan didin ku Pence emaîleke taybet bi kar anîye ku havîna borî hatiye heck kirin û tê de “mijarên girîng yên hesas” û “babetên ewlekarîya netewî” hene.

Rojnameya Indianapolis Star ku emaîlan ji arşîva tomarên civakî daxwaz kiriye, da zanîn ku wek bersîva daxwaza wê ofîsa cîgirê serok piştrast kiriye Pence bilî emaîla fermi, hesabeke taybet ya emaîlê jî bi kar anîye.

"Wek walî, birêz Pence bi giştî di nav çarçoveya qanûnên Indiana de emaîlên xwe bi kar anîye û ew mail parastine," ofîsa wî ji rojnamê re gotiye.

Li gor qanûnên eyaleta Indiana emaîlên fermi û taybet yên walî, li gor Berdestbûna Qanûna Tomarên Giştî (Access to Public Records Act) ji alîyê rêvebirîya eyaletê ve tên parastin û arşîv kirin.

Pence wek cîgirê Trump, di dema kempeyna hilbijartinê de rexneyên tund li berbijara Demokrat Hillary Clintin dikirin, bi sedema ku Clintonê di karê fermi de servereke taybet ya emaîlan bi kar anîye.

XS
SM
MD
LG