Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Pence Piştgirîya jibo Berbijariya Trump Red Dike


Mike Pence cîgirê serokê berê û serokê berê Donald Trump
Mike Pence cîgirê serokê berê û serokê berê Donald Trump

Cîgirê berê yê Serokê Amerîkayê Mike Pence bo medya Amerîkî ragihand ku ew piştgirî nade berbijariya duyê ya Serokê berê Donald Trump.

Pence ji Fox News re got "Ev ne surprîz e ku ez îsal piştgirî nedim Donald Trump."

Medya Amerîkî ragihandina Pence bi "Dengdayî- Bihêz" wesif kir, tevî ku duberiyek di navbera her duyan de heye ji dema dawiya rêveberiya Trump ve, bi awayekî ku dê piştgiriya wî ji milyarderê Komarparêz re biba ecêbmayînek ne berovajî wê.

Alozî di navbera her du kesan de xurt bû piştî ku Trump hewl da ku zextê li Pence bike da ku alîkariya wî bike di hilbijartinên 2020'an de serkeve û Joe Biden têk bibe, û wî gelek caran li ser medyaya civakî êrişî Cîgirê xwe kirin dema ku plana wî neanî cî.

Piştî ku çendîn hewildanên Trump û hevalbendên wî ji bo betalkirina encamên hilbijartinan bi ser neketin, serokê wê demê ji girseyek ji alîgirên xwe re xwest ku herin navenda Kongresê, û wan biser avahiya Kongresê de girtin û dirûşma "Pence îdam bikin" bilind kirbûn.

Pence ji Fox Newsê re got ku Trump "ajandayeke ku li dij ajandeya Komariyan tev digeriya, di wan çar salên rêveberiyê de."

Daxuyaniyên Pence, yê 64 salî, çend roj piştî ku Trump dengên delegeyan têra xwe bi dest xistin heta ku bibe berbijarê bê rikaber yê Joe biden berbijarê Demokratan û serokê niha bo hilbijartinên 2024ê ku meha Mijdarê dê dest pê bikin.

Pence yek ji hevrikên yekem yên Trump bû di pêşhilbijartinên Partiya Komarî de, lê Cotmeha borî biryar da ku vekişe ji ber lawaziya piştgirîya ku ji wî re dihat.

Pence piştgiriya xwe ji bo kesek alternatîf ranegihand, û destnîşan kir ku ew ê piştgiriyê nade Joe Biden jî, ku vê hefteyê berbijariya Partiya Demokrat misoger kir.

Pence heta dawiya hilbijartinên 2020'an di tevahiya dema xwe de ji Trump re dilsoz ma.

Lê wî kiryarên Trump di yên 6'ê Çile de wek "bêhişmendî" bi nav kir û got ku Trump "Wî û malbata wî dixe xeterê."

Trump ji Pence, parêzgarê berê yê Indiana, xwestibû ku nehêle Kongres serketina serokatiyê ya Biden erê bike, ji ber ku berpirsiyariya Cîgirê Serok, ku di heman demê de li gorî Destûra Amerîkî serokatiya Senatoya Amerîkî dike, divê ew encamên hilbijartinan erê bike.

Pence red kir ku daxwaza Trump bicî bîne, ji ber wê yekê ew bû armanca nefretê ya aligirên Trump yên tund û serhişk.

XS
SM
MD
LG