Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence jiber Krîza Rohingya Aung San Suu Kyi bi Tundî Rexne Kir


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence reftarên xirab yên artêşa Myanmarî yên hember Misilmanên Rohingyayî bi eşkereyî rexne kir.

Pence di hevdîtina yekûyek ya bi rêbera Myanmarî Aung San Suu Kyi de, îro Çarşemê got ku tundî û tepeserkirina gelê Rohingya nayê qebûl kirin.

Wî herwiha ji Kyi xwest ku du rojnamevanên Reutersê Wa Lone û Kyaw Soe Oo efû bike, ku di meha Îlonê de hatibûn mehkum kirin, piştî ku du polîsan li xwaringehekê jimareke belge dabûn wan.

Her du rojnamevan jibo şopandina operasyonên tund yên artêşa Myanmarî yên dijî Misilmanên Rohingyayî li herêma Rakhine, li wê herêmê bûn.

Wa li dadgehê gotibû ku hemî belgeyên ku li dijî wan wek delîl tên karanîn, ji alîyê polîsan ve hatine danan ku dijî wan bixebitînin.

Pence herwiha bal kişand ser girîngîya misogerkirina medyaya azad û bêalî û got ku ew amade ye li ser wê mijarê ligel Kyi bi berfirehî bipeyîve.

“Hikûmeta min di rewşeke baştir de ye ku ji te re ron bike çi li Myanmarê diqewime û welêt çawa rê rêvebirin,” San Suu Kyi jî wek bersîva Pence got.

Pence ew rexneyên tund, di hilcivîna Rêxistina Welatên Başûrê Rojhilata Asyayê (ASEAN) de, li Singaporê raberî San Suu Kyi kirin.

Di operasyonên tund yên artêşa Myanmarî de li Rakhine pirtir ji 700,000 Misilmanên Rohingyayî ji warên xwe hatibûn sirgun kirin.

XS
SM
MD
LG