Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence: Qesira Sipî û Kongres Ser Budçeya Hikûmetê li Hev Kir


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence dîyar kir ku Qesira Sipî û Kongresê ser budçeya hikûmetê li hev kiriye.

Budçe di dawîya Îlonê de diqedîya ku bi vî awayî rê li ber qutbûna pereyên bo sazîyên federal hat girtin.

Mike Pence ji kanala CNBC re da zanîn ku Wezîrê Darayî Steven Mnuchin û tîma danûstandinê ser bernivîseke ku rê li ber girtina hikûmetê digire, li hev kirine û got ku bi vî awayî ew dikarin bala xwe bidin ser paketa alîkarîyê ya bo şewba vîrusa korona.

Pence dîyar kir ku bernivîsa ser budçeyê û paketa alîkarîyê ya du partîyan li ser li hev nekiriye, ji hev cihê têne girtin.

Danûstandinên ser paketa alîkarîyê, ku meha borî destpê kiribûn, bi ser neketibûn û ji wê demê vir ve jî ti pêşketin çênebûbû.

XS
SM
MD
LG