Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence û Erdogan Ser Sekinandina Operasyona Sûrîyê Civîyan


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence roja Pêncşemê bi Serokomar Tayip Erdogan re li Tirkiyê civiya da ku wî razî bike ku êrîşa leşkerî ya dijî şervanên Kurd ya li bakurê rojhilata Sûrîyê rawestîne, lê karbidestên Tirk gotine ku ewê erîş di her çi be jî bidome.

"Ya ku eşkere ye ev e ku Tirkiye li ser sînorê xwe rêxistinek terorîstî naxwaze û erîşê ji ber bertekên ku derkevin holê ewê nedê rawestandin.

Erîş li Sûrîyê krîzek mirovahîyê ya nû ava kiriye ku 200,000 sivîl penaber bûne, xeterîyek ewlehîyê ya jiber ku bi hezaran endamên DAÎŞê yên di girtîgehên Kurdî tenê hatine hiştin pêk hatîye, û her wûha li Amerîkayê bo serok Donald Trump bûye sedema girjîyek sîyasî.

Qesra Spî jî nameyekî Trump ya 9ê Cotmehê de ji Erdogan re şandîye pejirand. Nameyê de tê gotin ku: " Nebe zilamekî sert, bêfehm nebe". Peyamnerê CNN Turk ragihand ku Tirkiye daxwaza Trump ya bo gihîştinek peymanekî red kirîye û name avêtîye çopê.

Karbidestekî Tirk ji Reuters re got: “Nameya ku Trump şand li ser Tirkiyeyê bandora ku dihat payîn kirin ne kirîye ji ber ku tiştekî tunebû ku ew ciddî bigrin.

Alîkarêkî payebilind yê Erdogan, Îbrahim Kalin, dazînî ku Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê amadeye ku bersivdayîna sizayên ji alîyê hevalbendê wan yê NATO ve hatine dîyar kirin, bidin.

XS
SM
MD
LG