Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serok Pence Pêgirîya Amerîka bo Hevalbendên Ewrupî Dubare Dike


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence dibêje ku Welatên Yekbûyî yên Amerîka wê bi berdewamî Rûsya ji kiryarên wê berpirs bibîne, lê serok Trump xwestiye ku bingeheke hevbeş ya nû bi Rûsya re were dîtin.

Pence hurgilî neda ku peywendîyên nêzîktir bi Rûsya wê çawa be, lê wî geşbînîya Trump ragihand ku ew yek dikare bê dîtin.

Pence ew gotin îro Duşemê li Brukselê, bi hazirbûna Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupî Donald Tusk kirin.

Li hember hewlên Rûsya ku dixwaze sînorên navnetewî bi dara zorê biguherîne, emê bi xurtkirina hewlên NATO, berdewamî piştgirîya Polonya û welatên Baltik bikin," Pence got.

Pence dîyar kir ku Amerîka û Ukrayna wê bi berdewamî Rûsya ji kiryarên wê berpirs bibînin û ji wê bixwazin ku xalên peymana Minsk bi cîh bîne û girjî û alozîya li rojhilata Ukrayna kêmtir bike.

Cîgirê Serok Pence, piştî ki dest bi kar kir, cara yekê çûye Ewrupa ku hevalbendên Amerîka misoger bike ku Washington wek berê li pişt wan disekine.

Sîyaseta “Berî her tişt Amerîka” ya Trump bûye sedema xem û nerazîbûnan ku Amerîka hevalbendên xwe tenê bihêle.

XS
SM
MD
LG