Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence: Amerîka Dijî Maduro Piştgirîya Gelê Venezuela Dike


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence di vîdeoyeke bo gelê Venezuela de dîyar kir ku ew bo çêkirina demokrasîyê piştgirîya wan dikin û bo serokê wî welatî Nicolas Maduro jî got ku ‘’dîktator’’ e.

Pence dîyar kir ku Maduro ‘’dîktatorekî ti rêwabûna wî ya li desthilatê tune’’ ye û da zanîn ku Amerîka Parlamantoya Neteweyî ya Venezuela nas dike.

Wî i Twitterê ragihand ku ew piştgirîya gelê Venezuela dikin û got ku ‘’Em li ser navê gelê Amerîka dibêjin ku em alîgirê we ne’’

Li ber e ku roja Çarşemê dijî Maduro protestoyên befireh li dar kevin.

XS
SM
MD
LG