Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence, bo hevdîtina bi karbidestên Afgan û leşkerên Amerîka li Afganîstanê, bi awayekî surprîz serdana wî welatî kir.
Mike Pence cara yekê serdana Afganistanê dike. Serok Trump îsal bo bidawîkirina şerê li Afganistanê, ku 16 sal in didome, nexşerêyeke nû ragihandibû.
Pence berê li Kabulê bi Serokomarê Afganistanê Eşref Ganî re hevdîtin kir û paşê l ili Bingeha Esmanî ya Bagramê bi leşkerên Amerîkî re civîya. Pence li bingeha esmanî ji generalên payabilind brîfîng sitand.
Trump di meha Tebaxê de stratejîya nû ya Afganistanê ragihandibû û li gor vê stratejîyê vekişîneke ne li gor demê tê texmîn kirin. Di vê peyvajoyê de li ber e ku Amerîka piştgirîyê bide hikûmetên Afganistan û Pakîstanê.
Serok Trump ferman dabû ku 3800 leşkerên din bişînin Afganistanê û niha li wî welatî hejmara leşkerên Amerîkî bi kêmî ve 15,000 e. Leşkerên ku piştre hatine şandin di têkoşîna dijî terorê de piştgirî û şêwirmendîya hêzên Afgan dikin.
Li ber e ku sala pêş bi sedan leşkerên din yên Amerîkî bo perwerdekirina hêzên ewlekarîya Afgan herin Afganistanê. Tevî wan leşkeran dê hejmara leşkerên Amerîkî li Afganistan bigihêje 16,000’î.