Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serok Pence di Weşana Zindî de Vaksîna Vîrusa Korona li Xwe Da


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence îro Înê di weşana zindî de vaksîna vîrusa korona li xwe da.

Jiber ku hin Amerîkî bo karanîna vaksîna vîrusa korona dudilî ne, Pence biryar da ku li pêş gel vaksîna ku Pfizer û BionTechê çêkiriye bi kar bîne.

Şewba vîrusa korona belavbûna xwe ya li seranserê Amerîka didomîne.

Rêvebirîya Saxlemî ya Los Angelesê ya li eyaleta California ji Twitterê ragihand ku ‘’Li Los Angelesê di her saetekê de kêm zêde du kes bi vîrusa korona dimirin.’’

Kanala CBS jî dîyar kir ku li Los Angelesê cîhên bo nexweşên rewişa wan krîtîk hindik mane û da zanîn ku hin nexweş bi saetan di ambulansan de dimînin ku cîhek vala bibe.

Agahîyên Zanîngeha Johns raber dikin ku li seranserê cîhanê pirtir ji 75 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine ku Amerîka bi 17,214,177 pêketinan li cîhanê di rêza pêş de ye.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê vîrusa korona li Amerîka heta niha 310,792 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG