Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence Bang li NY Dike ku Guaido Wek Rêberê Rêwa yê Venezuela Nas Bike


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence îro Çarşemê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku jibo demokrasî rabe ser pêyan û rêberê opozîsyona Venezuelî Juan Guaido wel rêberê rêwa yê welêt nas bike.

"Tevî ku sazîyên din yên navdewletî derbarê Venezuela pêngavên rast avêtibin jî, Neteweyên Yekbûyî û Civata Ewlekarî red kirin wek wan bikin," Pence di civîna Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî de got.

"Niha dem hatiye ku Neteweyên Yekbûyî serokê demkî Juan Guaido wek rêberê rêwa yê Venezuela nas bike û li vê derê derfeta nûnertî bide wî. Neteweyên Yekbûyî divê hemî hêza nûnertîya niha ya Venezuela ji wê bistîne û demûdest bide hikûmeta Guaido."

Pence got ku Amerîka bo pêşnîyareke Neteweyên Yekbûyî dixebite ku rêwabûna hikûmeta Guaido were nasîn û bang li civata navnetewî kir ku pitgirîya wê bike.

XS
SM
MD
LG