Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî: Pence Fikarên Amerîka yên Ser Girtinan ji Yildirim re Got


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence bi Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim re li Qesra Sipî civîya.

Piştî hevdîtina ku bi qasî 70 deqîqe dom kir, Qesra Sipî daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Pence bo ‘’hevkarîya stratejîk ya mayînde ya Amerîka û Tirkîyê nîşan bide’’ bi Yildirim re civîyaye.

‘’Her du rêber dîyar kir ku ew hêvî dikin ku hevdîtina wan bibe destpêka qonaxeke nû ya peywendîya Amerîka û Tirkîye û li ser dîyaloga avaker li hev kirin’’ di daxuyanî de hat gotin.

Li gor daxuyanîyê, Pence û Yildirim ser berjewendîyên hevpar yên bo aştî û îstiqrara Amerîka û Tirkîyê axifîn û biryar dan ku di rêka vê armancê de zêdetir danûstandinan bikin.

Cîgirê Serokê Amerîka fikarên xwe yên ser girtina hemwelatîyên Amerîkî, karmendên herêmî yên li mîsyonên dîplomatîk yên Amerîkî, rojnamevan û endamên sazîyên sîvîl yên Tirkîyê jî gotin û ji Bînalî xwest ew bi awayekî adil werin darizandin.

Yildirim jî di rêwîtîya xwe ji Washingtonê ber bi New Yorkê de pirsên rojnamevanan yên derbarê hevdîtina bi Pence re bersivandin.

‘’Li ser herêmê û mijara YPG’ê bi awayekî pir eşkere em axifîn. Me got DAIŞ qedîya hevkarîya bi wan re biqedînin. Wî got ku ‘Em fikarên we fehm dikin lê dê hevkarîya me hinekî din bidome’’ Yildirim got.

XS
SM
MD
LG