Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington jibo Ukrayna 6 Mîlyar Dolar Alîkarîya Nû Radigihîne


Austin û Serokê Hêzên Hevbeş General Charles Brown li Washingtonê alîkarîya nû ya ji Ukrayna re eşkere dikin
Austin û Serokê Hêzên Hevbeş General Charles Brown li Washingtonê alîkarîya nû ya ji Ukrayna re eşkere dikin

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin îro Înê jibo Ukrayna paketeke alîkarî ya leşkerî ya 6 mîlyar dolarî ragihand.

Austin di preskonferansekê de, ku jibo salvegera 2’yê ya Koma Danûstandinê ya Berevanîya Ukrayna hat li dar xistin, dîyar kir ku Amerîka wê di dema herî nêz ya pêkan de alîkarîyan bişîne.

‘’Ragihandina vê alîkarîyê piştgirîya Amerîka ya jibo Ukrayna careke din nîşan dide. Koalîsyon jî li vir e, di yekîtîyê de ye. Emê li hember êrîşvanîya Rûsî nelikumin, sist nebin û têk neçin.’’

Wî dîyar kir ku di Koma Danûstandinê ya Berevanîya Ukrayna de mehane pirtir ji 50 dewlet li hev kom dibin û dîyar kir ku kom wê piştgirîyê bide Ukrayna ku ew kanînên xwe yên ser berevanîyê, teknolojîya ragihandinê, dronan pêşve bibe.

Austin dîyar kir ku kom wê cîhanê nîşan dide ku li hember ‘’êrîşvanîya Rûsya ya li Ukrayna’’ tevdigere.

Wezîrê Amerîkî dîyar kir ku ew dewletên kom bûne dibînin ku jibo Ukrayna, Ewrupa, Amerîka û cîhanê çi metirsîdar e.

Austin got ku ger Serokê Rûsya Vladimir Putin li Ukrayna bi ser keve ewê rewşa ewlekarîya cîhanê biguhere û bi bîr xist ku Serokê Amerîka Joe Biden ji gotiye ku wê Putin bi tenê bi serketina li Ukrayna nesekine.

Wî jibo Kongresa ku paketa 95 mîlyar dolarî pejirandiya razîbûna xwe ragihand û dîyar kir ku bi wê paketê wê Ukrayna karibe têkoşîna xwe ya berevanîyê bidomîne.

Serê vê hefeyê paketeke din ya 1 mîlyar dolarî jî hatibû pejirandin.

Bi wê paketê ji stokên leşkerî Amerîka çek û cebilxane ji Ukrayna re diçin.

Di nav paketê de HIMARS, guleyên 155 mm, maşîneyên Bradley, Javelins û Stingers hene.

Berdevkê Pentagonê General Pat Ryder got ku dibe ku kelûpelên berevanîya esmên û topan jî bikevin paketê.

Her du paket jî wê bi ser alîkarîya 61 mîlyar dolarî kevin ku Serok Joe Biden roja Çarşemê îmza kiribû.

Kongresê herî dawî sala 2022’yan jibo Ukrayna alîkarî pejirandibû.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Înê di civîna Koma Danûstandinê ya Berevanîya Ukrayna de, ku bi awayekî onlayn li dar ket, dîyar kir ku li hember êrîşên muşekî yên Rûsya pêdivîya wan bi muşekên Patriot hene.

Ukrayna çend meh in bi taybetî jiber kêmbûna sîstemên berevanîya esmên û kelûpelên topan banga alkarîyê dike.

Analîst û pisporên şer dibêjin ku bi alîkarîyên dawî wê Ukrayna pêşveçûna hêzên Rûsî bisekinîne û bi xwe li enîyên şer bi ser keve, lê hişyarî didin ku ewê qonaxeke dirêj be.

XS
SM
MD
LG