Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: 3 Rêberên Bilind yên DAIŞ'ê li Îraq û Sûrîyê Hatin Kuştin


Pentagon’ê îro Înê bi daxuyanîyekê ragihand ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, di du mehên dawî de 3 çekdarên payabilind yên DAIŞ’ê li Îraq û Sûrîyê kuştine.

Li gor daxuyanîyê, Mustafa Guneş, ku rêvebirekî DAIŞ’ê yê ji Tirkîyê ye, di 27’ê Nîsanê de li Mayadîn ya Sûrîyê di êrîşeke esmanî de hatiye kuştin.

Ebû Asim el-Cezerî, ku plankerekî rêxistina tundrê ye, dîsa li Mayadînê, di 11’ê Gulanê de hatiye kuştin.

Ebû Xettak el-Rawî, ku rêvebirekî leşkerî yê DAIŞ’ê ye, li Qaîm ya Îraqê di 18’ê Gulanê de hatiye kuştin. Pentagonê dîyar kir ku her sê çekdarên payabildin bîyanî ne, lê eşkere nekir ku el-Rawî ji kîjan welat e.

XS
SM
MD
LG