Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Kuştina Silêmanî Piştrast Dike


Wezareta Berevanî ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî piştrast kir ku Generalê Îranî Qasim Silêmanî yê Hêza Quds ya Pasdaran di êrîşekê de hate kuştin.

“Li ser fermana Serok, bi kuştina fermandarê Hêza Quds ya Pasdaran Qasim Silêmanî, leşkerîya Amerîkî pênvagên girîng yên berevankar avêtin ku personelên Amerîkî yên li dervayê welêt biparêze.

General Silêmanî bi karîgerî êrîşên dijî diplomat û leşkerên Amerîkî yên li Îraqê û li seranser hêrêmê plan dikirin. General Silêmanî û Hêza Quds ya bin fermana wî ji kuştina bi sedan leşkerên Amerîkî û yên koalîsyonê û birîndarkirja bi hezaran din berpirs in.

Wî êrîşên nav çend mehên borî yên ser bingehên koalîsyonê li Îraqê plan kirin ku tê de êrîşa 27ê Berfanbarê jî heye ku kontratvanekî Amerîkî hatibû kuştin û yekî Îraqî jî birîndar bûbû.

General Silêmanî herwiha fermana êrîşa ser Balyozxaneya Amerîkî ya li Bexdayê da ku vê heftê qewimî.

Êrîş armanc dike ku rê li ber Îranê bigire ku di sibêrojê de êrîşên nû plan bike. Welatên Yekbûyî yên Amerîka wê hemî tedbîrên pêdivî bigire ku gelê me û berhewendîyên me yên li her derê cîhanê biparêze."

Hêjayî balkişandinê ye ku Serokê Amerîka Donald Trump ji ji hesabê xwe yê Twitterê twîteke vala ya bi ala Amerîkî weşand ku wek nîşeneya serketina Amerîka tê şîrove kirin.

XS
SM
MD
LG