Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporteke Pentagon: Herêma Kurdistanê Nikare Xwe ji Êrîşên Îran û mîlîşyayên Wê Biparêze

Raporteke Amerîkî ya nû eşkere dike ku nebûna sîstema berevanîya li cem Hikûmeta Herêma Kurdistanê de eşkere kiriye bûye sedem ku Herêm li hember êrîşên Îran û mîlîşyayên wê bê parastin bimîne.

Raporata ku Pêncşemê ji alîyê Çavdêrê Giştî yê Wezerata Cengê yê Amerîkayê ve hate weşandin, di nav gelek mijarên din ên ewlekarî û berevanî de, rewşa li Herêma Kurdistnê û hêzên Pêşmerge di sê mehên pêşîn ên vê salê de rave dike. Raport bi hûrgilî behsa wan êrîşan dike ewên ku Îran û komên çekdar ên hevalbendên wê li Îraqê li dijî Herêma Kurdistanê pêk anîne.

Çavdêrê Giştî got ku têkilîya nêzîk a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Washingtonê re, Îran û hevalbendên wê yên Îraqî hêrs kiriye. Bi bombebarankirina dubare ya cihên Herêma Kurdistanê ji alîyê Pasdarên Îranê û mîlîşyayên Îraqî ve, Herêma Kurdistanê gelek caran xwe di nav şerên ku ew ne beşek jê ye de dibîne.

Raportê diyar kir ku komên çekdar ne tenê hêzên Amerîkî armanc girtine, lê di heman demê de bi mebest êrîşî sazîyên hikûmet û ewlekarîyê yên li Herêma Kurdistanê kirine.

Di raportê de hat diyarkirin ku di 24'ê Adarê de, mûşekekê baregehek Pêşmerge li navçeya Xelîfan li parêzgeha Hewlêrê de armanc girt, tê de şeş Pêşmerge hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn. Di 28 û 29'ê heman mehê de êrîşên bi dronan ser xanîyên Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaniyê hatine kirin.

Çavdêrê Giştî got ku Pêşmerge xwedî sîstemên berevanîya esmanî nînin da ku tevahîya Herêma Kurdistanê biparêzin. Ev yek jî hêza wan û binesazîya enerjiyê ji ber êrîşan dixîne jêr metirsîdarîyê.

Caggins: Divê Kongres Rê Bide Firotina Berevanîya Esmanî bo Herêma Kurdistanê

Myles Caggins, kolonelê xanenişîn ê Amerîkî, ji Dengê Amerîka re got: "Niha dem hatiye ku Kongresa Amerîkayê destûrê bide firotina sîstemên berevanîya esmanî ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Caggins herwiha diyar kir ku divê artêşa Amerîkayê Pêşmergeyan li ser bikaranîna sîstemên berevanîya esmanî perwerde bike.

Myles Caggins dema ku berdevkê koalisyona dijî Daişê bû.
Myles Caggins dema ku berdevkê koalisyona dijî Daişê bû.

Kolonelê xanenişîn, ku berdevkê koalisyona dijî Daişê bû, got: "Ev sîstem ne tenê ji bo parastina gelê Kurd û sazîyên dîplomatîk û leşkerî û firokxaneyê pêdivî ye, lê di heman demê de me bi dehan êrîşên Îran û mîlîşyayên ku Îran piştgiriyê dide wan dîtine ku sazîyên leşkerî yên Amerîkî û karsazên Amerîkî dikin armanc, di nav de kompanîyên petrol û gazê yên Amerîkî ku rojane li Herêma Kurdistanê zêdetirî 100,000 bermîl petrolê hildiberînin."

Bi dîtina Ceggins, ajendeya "Amerîka Pêşî" divê karsazên Amerîkî, artêşa Amerîkî û herwiha hevkarên Amerîka yên wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê biparêze.

Di warê darayî de, raporta Pentagonê diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hîn jî nikare lêçûnên Wezareta Karûbarên Pêşmergeyan bide, û destnîşan kir ku deynê Hikûmeta Herêma Kurdistanê 33 milyar dolar e û ew bi giranî xwe dispêre budceya ku ji Bexdayê werdigire.

Dengê Amerîka derbarê vê raportê peywendî ligel Wezareta Pêşmerge kir, lê wê nexwast ti daxuyanîyan bide.

Çavdêrê Giştî yê Amerîkî hişyarî da ku peymannameya têgihîştinê ya di navbera Amerîka û Wezareta Pêşmergeyan de di Îlona 2026'an de bi dawî dibe. Ev yek jî gumanan li ser siberoja perwerde û hevkarîya leşkerî di navbera herdu alîyan de peyda dike.

Cebar Yawir
Cebar Yawir

Cebar Yawir, pisporê ewlekarî û karûbarên leskerî ji Dengê Amerîka re got: "Raporta Pentagonê rast e û di cihê xwe d eye ku metirsîyên mezin li ser Herêmê hene, ligel berdawamîya krîzên sîyasî û aborî di navbera Hewlêr û Bexdayê de."

Li gor Yawir, ev du sal in ti budce ji bo hezên Pêşmerge nehatîye terxankirin, ji bilî mûçeyên hêzên Pêşmerge û Asayîşê.

Yawir diyar kir ku nebûna budceyê û nebûna sîstema berevanîya esmanî dê bandoreke xerab li ser Herêma Kurdistanê û ewlekarîya konsulxaneyên biyanî û binesazîya li Herêma Kurdistanê bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG