Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Post: Pentagonê ji Kompanîyên Berevanîyê Xwestîye ku Hilberîna Çekan Zêde Bikin

Arşîv: Hêzên Deryayî yên Amerîkayê di Firokhigira (USS George H.W. Bush) de, bombeyên ji curê GBU-54 500-pound amade dikin.
Arşîv: Hêzên Deryayî yên Amerîkayê di Firokhigira (USS George H.W. Bush) de, bombeyên ji curê GBU-54 500-pound amade dikin.

Washington Post di raporteke xwe de dibêje, Wezareta Cengê ya Amerîkayê(Pentagon) ji kompanîyên pîşesazîya berevanîyê xwestiye ku hilberîna çek û cebilxaneyê zêde bikin.

Li gorî raporta Washington Postê ku di platforma xwe ya X'ê de weşand, ev daxwaz ji alîyê Cîgirê Wezîrê Berevanîyê, Steve Feinberg, hatiye kirin û ji pîşesazîya çekan hatiye xwestin ku ji bo dabînkirina hewcedarîyên artêşa Amerîkayê hilberîna xwe bilezînin û zêde bikin.

Ev pêşveçûn li gorî (WP) dikare nîşaneya fikarên Washingtonê yên derbarê berdewamîya şer û hewcedarîya wê ya ji bo zêdetir cebilxaneyê be.

Girêdayî heman mijarê Serok Donald Trump, nêrînên xwe di peymanên cuda yên di Truth Social de weşand bûn, anî ziman ku Amerîkayê cebilxanek zêde ya çekan heye bi taybet hin cureyên bijarde.

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth jî, hefteya borî, raporta tora nûçeyan a CNN'ê rexne kir ku behsa kêmbûna cebilxaneya artêşa Amerîkayê kirbû.

Hegseth got, ku raportên weha yên ku di medyayê de tên weşandin nerast in û rtêşa Amerîkayê ti kîmasîyek di warê cebilxane û embarên çekan de nîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG