Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Dibêje jibo Bersîvdana Êrîşa Yekşemê Xebata Wê Didome


Berdevkê Pentagonê General Patrick Ryder do Sêşemê got ku xebata wan didome ku li gor biryara Serokê Amerîka Joe Biden ya hildana tola êrîşa dronî ya roja Yekşemê bersîvdanekê bidin.

“Me bang li komên bin kontrola Îranê kir ku êrîşên xwe rawestînin, lê ew nesekinîn. Loma, emê di demeke rast de, bi awayekî li gor biryara xwe, bersîvdaneke xurt bibin, “Ryder got.

Lê, berdevkê Pentagonê red kir ku li ser bersîvdana pêkan ya Amerîka agahîyên berfireh bide rojnamevanan.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Serok Biden Seşemê li Qesira Sipî ji rojnamevanan re gotibû ku wî biryar daye ku ewê bersîvdaneke çawa li dijî êrîşa dawî bidin, lê wî jî ti hûrgilî nedabû.

Lê, Biden bal kişandibû ku ew li Rojhilata Navîn şerekî mezintir naxwaze

Di êrîşa dronî ya roja Yekşemê ya ser bingeha Tower 22 ya li Urdunê de, 3 leşkerên Amerîkî hatibûn kuştin û jimareke leşkerên din jî birîndar bûbûn.

Pentagonê gotibû ku êrîş dişibe karê koma çekdar ya Îraqî Ketayîb Hizbullah ya alîgira Îranê, ku do Sêşemê ragihandibû ku ew êrîşên xwe yên dijî hêzên Amerîkî radiwestîne.

XS
SM
MD
LG