Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Pentagon ser êrîşa 7’ê Nîsanê ya li li nêzî Firîngeha Silêmanî vekolînê dike.
Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Vedant Patel li ser pirsa rojnamevanan dîyar kir ku di êrîşê de ti zarar negihiştiye karmendên Amerîkî.
‘’Elbet em bi tundî dijî wan kiryaran in ku ewlekarîya karmendên Amerîkî dixin xeterîyê."
Hêzên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê di têkoşîna djî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de piştevanîya hevkarên xwecîhî dikin.’’
Patel dîyar kir ku li herêmê armanca wan ya serekî têkbirina DAIŞ’ê ye.
Wî got ku divê bo serwerî û yekbûna axa Îraqê rêzgirtin hem û dîyar kir ku û ew hikûmetan teşwîq dikin ku bi hevre bixebitin.
Li ser pirsa ka ew dikare piştrast bike leşkerên Amerîkî bi Serfermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî re bûn yan ne, Patel bersîveke zelal neda.
Patel ji rojnamevanan xwest ku pirsên xwe yên bi wî rengî ji Pentagonê bipirsin.