Wezareta Berevanî ya Amerîka ragihand ku çekdarên bi piştgirîya Îranê ji 17’ê Cotmehê vir ve 58 êrîş birine ser leşkerên Amerîkî yên li Sûrîye û Îraqê.
Cîgira Berdevkê Medya yê Pentagonê Sabrina Singh dîyar kir ku ji êrîşan 31 li Sûrîyê û 27 jî li Îraqê li dar ketine.
Singh dîyar kir ku bi êrîşan ti zarar negihiştiye leşkerên Amerîkî û li binesazîyan jî xisarên mezin çênebûne.
15’ê Mijdarê, Singh ragihandibû ku li Sûrîye û Îraqê di 55 êrîşan de 59 leşkerîn Amerîkî bi şêweyên cuda birîndar bûne.
Li ser pirseke derbarê bersîva Pentagonê, Singh dîyar kir ku wan ser êrîşan bersîv dane û ger zêdetir êrîş werin jî ewê li gor dem û cihên wan bijartî bersîvê bidin.
Amerîka li Dêrezor ya li rojhilata Sûrîyê êrîşên esmanî birin ser hêzên Îranê û çekdarên girêdayî wan.
Ew êrîş piştî ku dronan êrîş birin ser bingehên Amerîkî li dar ketin.
Êrîşên çekdarên girêdayî Îranê yên dijî hêzên Amerîkî yên li Sûrîyê û Îraqê ji êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê vir ve zêde dibin.
Bi alîyekî din ve, ajansa nûçeyan ya dewleta Sûrîyê SANA îro Înê ragihand ku artêşa Îsraîlê bi mûşekan êrîş birîye ser çend xalên li nêzîkî paytext Şamê.
SANA ji zarê karbidestekî leşkerî, ku navê xwe eşkere nekir, got got ku di encama êrîşa sibêha îro de ti zîyanên canî çênebûye.
Heman karbidestî got ku berevanîya esmanî ya Sûrî piranîya mûşekan berîya bigehîn armancên xwe gêr kirin.
Artêşa Sûrîyê jî ragihand ku di saetên serê sibê de wê mûşekên Îsraîlê ji Girên Golanê ber bi derdora Şama paytext xistin xwarê.