Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bo Parastina Balyozxanê Amerîka Dê Hin Hezên Xwe Li Afganistanê Bihêle


Berdevikê Wezareta Berevanî ya Amerîka John Kirby
Berdevikê Wezareta Berevanî ya Amerîka John Kirby

Wezareta Berevanîya Amerîka (Pentagon) piştrast kir ku dê hejmarek bilind yên hêzên Amerîkî li Afganistanê bimîne da ku balyozxaneya xwe ya li Kabul bihêle.

Pentagonê destnîşan kir ku ewê hêzên Amerîkî li balafirgeha Kabul bo alikarîya parastinê bo demeke li Afganistanê bimînin.

Peyvdarê Wezareta Berevanî ya Amerîka John Kirby roja Sêşemê di presskonferanseke de bersîva pirsên rojnamevanan yên ser mijarê dabû "Emê Afganistanê mîna welateke ku hêzên meyê ewlehîya deryayî hene,ne nirxînin. Ev Afganistan e, û em ji xwezaya çalak ya gefa ewlekarîya ya li wir fam dikin, " Kirby got.

Kirby ragihand ku Amerîka hîn jî ser hûrgulîyên avakirina ewlehîya balafirgeha Kabul dixebite.

"Gava ku ez û hûn diaxifin, li balafirgehê hêzên Amerîkî hene. Siberojê de rewş ewê çawa be, em bo niha nizanin," Kirby got.

Pentagon nûçeyên di derbarê hejmarên hêzên Amerîkî ku dê piştî vekişandin bi tevahî temam bibe, li Afganistanê bimînin, piştrast nekir.

Associated Press (AP) hefteya borî ragihand ku tê pêşbînî kirin ku nêzê 650 hêzên Amerîkî li Afganistanê bimînin da ku piştî vekişînê ewlehîya dîplomatan ava bikin.

Karbidestan ji AP re got ku dibe ku jibo alîkarîya leşkerên Tirk ku ewlehîyê peyda dikin, çend sed hêzên Amerîkî yên din dê heya Îlonê li balafirgeha Kabul bimînin.

Her wiha, karbidestên ku ji AP re axifîne ne mafdar bûne ku ser hûrgulîyên vekişînê agahdarîya bidin û xwestine ku navê wan neyê eşkere kirin.

Kirby pirsa ku gelo Amerîka stratejîya xwe ya piştî vekişînê jinûve dinerxîne da ku dijî Talîbanê êrîşên berevanîyê jî bike, red kir pêşbînîyan yan hîpotezan bike.

Lê, wî destnîşan kir ku asta 'tundûtûjîyê pir bilind e "Ya ku em dixwazin bibînin, Talîban bi rengek pêbawer vegere pêyvajoya aştîyê ye. Û em libûyerên li erdê diqewimin, dibînin. Ev rewş, bê guman dilsozîya hewldanên wan yên bo beşdarvanîyeke pêbawer ya rewa ya di pêvajoya aştiyê de, dide nîqaş kirin," Kirby got.

Hevdem, Kirby da zanîn ku vekişîna leşkerên Amerîkî ji Afganistanê dê nayê wateya ku erka NATO'yê ya domandina perwerdehîyê, şewirmendî û alîkarîyê bi dawr dibe.

Amerîka soz da bû ku ewê alîkariya aborî ya bo artêşa Afganî bidomîne, digel pêşkêşkirina şêwirmendî û piştgirîya revebirina balafiran.

NATO'yê jî dîyar kiribû ewê perwerdehîya bo hêzên Afganî li cîhek derveyî Afganistanê bidomîne.

XS
SM
MD
LG