Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Helîkoptereke Îranê li Nêzî Gemîya Cengê ya Amerîka Firîye


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku helîkoptereke Îranê li Kendava Umanê nêzî gemîyeke cengê ya Amerîka bûye.

Reutersê dîyar kir ku helîkoptera Îranê li dor gemîyê sê caran çember çêkiriye, lê ti zarar nedaye operasyona Amerîka.

Berdevikê Pentagonê John Kirby da zanîn ku helîkoptera Îranê 25 yardan (75 fît) nêzî gemîya cengê bûye.

Kirby dîyar kir ku ew rewiş metirsîyê çêdike û dibe ku hesabên şaş werin kirin.

Wî neda zanîn ku ew bûyera helîkoptera Îranê kînga qewimîye.

XS
SM
MD
LG