Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Austin Dê Serdana Welatên Kendavê Bike


Pentagonê ragihand ku Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin dê di hefteya pêş de serdana Erebistana Saudî, Qatar, Bahreyn û Kuwêtê bike.

Austin dê di vê serdanê de spasîya hevalbendên ku di dema vekişîna ji Afganistanê de hevkarî kirine bike.

Ew dê xêncî karbidestên li herêmê, bi leşkerên Amerîkî re jî bicive û roja Yekşemê ji wir vegere.

Berdevikê Pentagonê John Kirby dîyar kir ku Austin dê di serdanê bi hevkarên herêmî re bicive.

Kirby da zanîn ku Austin dê jiber hevkarîya wan ya bo dema vekişîna ji Afganistanê spasîya wan bike.

Di peyvajoya vekişîna ji Afganistanê de, Amerîkî û Afgan û neteweyên din jî di nav de 120,000 kes ji wî welatî hatine derxistin ku ew di dîrokê de yek ji operasyonên herî mezin yên bi firînê ye.

XS
SM
MD
LG