Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Mattis Bang li Tirkîyê Dike ku Bala Xwe Bide Ser Têkoşîna Dijî DAIŞ'ê


Pentagon’ê ser civîna Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis û hevtayê wî yê Tirk Nurettîn Canîklî daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Pentagon’ê da zanîn ku Mattis ji Tirkîyê xwestîye ku bala xwe bide ser têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ)

Li gor daxuyanîya Pentagon’ê, Mattis bang li rêvebirên Tirkîyê kiriye ku bo ku DAIŞ li Sûrîyê bi temamî biqede, bala xwe bidin ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê.

Mattis û Canikli, di civîna NATO de kom bûbûn û ser bûyerên dawî yên li bakurê Sûrîyê axifîbûn.

Amerîka dîyar dike ku operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê zararê dide têkoşîna dijî DAIŞ’ê û ji Enqerê dixwaze ku dem û sînorê operasyonê biçûktir bike.

Tirkîye jî dide zanîn ku operasyona dijî Efrînê bo têkbirina terora li wê herêmê ye.

.

XS
SM
MD
LG