Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagonê Esad Ser Gotinên Dijî HSD'ê Hişyar Kir


Wezareta Berevanî yê Amerîka (Pentagon), Serokê Sûrîyê Beşar Esad jiber gotinên wî yên dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hişyar kir.

Esad di hevpeyvîneke bi Russia Today re dabû zanîn ku li Sûrîyê êdî yekane kêşe HSD ye û ewê yan bi wê re danûstandinan bikin yan jî dijî wê hêzên xwe bikar bînin.

Berdevkê Sererkanîya Amerîka Kenneth McKenzie di preskonferansekê de got ku "Divê hemî alîyên li Sûrîyê bizanibin ku êrîşeke dijî Amerîka yan hevalbendên wê ewê siyaseteke xirab be."

Berdevkê Pentagonê Dana White, li dû preskonferansa McKenzie dîyar kir ku Amerîka naxwaze ku tevlî şerê navxweyî yê li Sûrîyê bibe.

White da zanîn ku Amerîka bi HSD'ê re li cîhên ku ew dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer dike hevkarîyê dike.

XS
SM
MD
LG