Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Amerîka Piştgirîya Çekan ya bo HSD'ê Didomîne


Leşkerên Amerîkî û yên YPG'ê
Leşkerên Amerîkî û yên YPG'ê

Karbidestekî Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ji rojnamevanan re dîyar kir ku Washington piştgirîya çekan ya bo Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) didomîne.

Dîrektorê Koma Têkoşîna Dijî Rêxistinên Tundrê Chris Maier da zanîn ku ew çek û maşîneyên amade ji HSD’ê re dişînin.

Tirkîye, HSD'ê, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, dijî xwe wek metirsîyekê dibîne û karbidestên wê dijî bakurê Sûrîyê gefan dixwin.

Maier got ku ew ser piştgirîya xwe baldar in û ew her meh lîsteyeke çek û maşîneyên wan dane HSD’ê didin Tirkîyê.

Washington û Enqerê di rojên borî de li ser herême ewla ya li bakurê Sûrîyê danûstandin kiribûn.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan do Çarşemê gotibû ku ger ew heta du hefteyan encameke erênî nebînin, ewê li gor xwe tevbigerin.

Li ber e ku Serok Donald Trump û Erdogan di hefteya pêş de li New Yorkê, di civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) de, hevdîtinekê çêkin.

XS
SM
MD
LG