Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Patrick Shanahan: DAIŞ'ê Pirtir ji 99.5% Herêmên Bin Kontrola Xwe li Sûrîyê û Îraqê Hinda Kirin


Şervanên HSD'ê ku pişta DAIŞê şikandine
Şervanên HSD'ê ku pişta DAIŞê şikandine

Wezîrê Berevanî yê Amerîka yê ser kar Patrick Shanahan îro Sêşemê ji nûçegîhanan re li ser şerê dijî DAIŞ’ê agahî dan.

“Dewleta Îslamî (DAIŞ) pirtir ji 99.5% herêmên bin kontrola xwe yên li Sûrîyê û Îraqê hinda kirin. Di nav çend hefteyan de ewê neçar be ku 100% herêman ji destê xwe berde."

Shanahan got ku DAIŞ nema dikare li Sûrîyê herêman bi rêve bibe û endamên wê nema dikarin bi rehetî hatin çûyîna li nav wî welatî bikin.

Wî got ku bi spasîya şerê wan ya dijî DAIŞ’ê, Sûrîye jibo wê rêxistina tundrê nema stargehek e.

XS
SM
MD
LG