Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsê Pentagonê bo Pêbawerîya Hevalbendên Rojhilata Navîn Hewl Dide


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin û yê Bahreynê Abdulla bîn Hesen El-Nuayîmî Bahreyn, 19 Mijdar 2021
Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin û yê Bahreynê Abdulla bîn Hesen El-Nuayîmî Bahreyn, 19 Mijdar 2021

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin îro Şemiyê hewlda ku hevalbendên xwe yên li Rojhilata Navîn bide bawer kirin ku rêvebirîya Serok Joe Biden pabendê herêmê ye, tevî ku Washington her ku diçe zêdetir bala xwe dide kiryarên sekina dijî Çînê.

Austin di axaftineke li Bahreynê ya di serdana xwe ya Kendavê de, fîkarên li heremê û cîhanê qebûl kir, yên ku Amerîka tenê bala xwe daye ser pirsgirêka Çînê.

"Em zelal bikin: pabendbûna Amerîka ya ser bi ewlekarîya Rojhilata Navîn xurt û bêguman e," Austin got.

Wî got ku Amerîka pabendî dij sekina Îranê ye, tevî ku Washington bo vejandina peymana navokî ya 2015'an dixebite.

"Em di pirsgirêka navokî de pabendîya xwe ya bo encameke dîplomatîk, didomînin. Lê, heke Îran nexwaze bi awayekî cidî tevbigere, wê demê emê hemû bijardeyên pêwîst binirxînin da ku Amerîka ewleh bimîne," Austin got.

Serokê Pentagonê da zanîn ku Washington dê bi nêta baş beşdarî danûstandinên nerasterast yên bo vejandina peymanê ku di 29'ê Mijdarê de li Vîyana, destpê dike.

"Lê kiryarên Îranê yên di mehên dawî de ne teşwîqdar bûn - bi taybet jî berferehkirina bernameya wan ya navokî," wî Austin got.

Welatên Kendavê paşvexistina peymana navokî daxwaz dikin jiber
ku di peymanê de bernameya navokî û hêzên li herêmê tune ne peyman ne durist e.

Ne diyar bû ku axaftina Austin dê çiqas li ser hevalbendên Washingtonê li Rojhilata Navîn bandorê bike, jiber ku wî bahsa bêtir bicîhkirina hêzên Amerîkî yan firotina çekên nû yên li herêmê nekir.

Welatên Ereb yên Kendavê bi giranî xwe dispêrin sîwana leşkerî ya Amerîka.

Ew piştî vekişîna Amerîkî ji Afganistanê jiber zelalnebûna baldarîya Biden ya di derbarê heremê de nerazîbûna xwe dîyar dikin.


XS
SM
MD
LG