Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Hêzên Amerîkî jibo Şerê Dijî DAIŞ'ê li Sûrîyê Ne


Hêzên Amerîkî yên li rojhilata Sûrîyê (Arşîv)
Hêzên Amerîkî yên li rojhilata Sûrîyê (Arşîv)

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîka John Kirby di derbarê hêzên Amerîkî yên li Sûrîyê axifî.

John Kirby ragihand ku hêzên Amerîkî yên li Sûrîyê li ser şerê bermahîyên Dewleta Îslamî (DAIŞ) disekinin û qadên petrolê yên ku berê ji alîyê serokê berê Donald Trump ve hatibû emir kirin, naparêzin.

Wî dîyar kir ku ji dema kompanîyekî Amerîkî sala borî bo alîkarîya karanîna petrola bakurê rojhilata Sûrîyê bi Kurdên wir re peyman îmza kirine vir ve, hêzên Amerîkî tevlî nabin.

" 900 leşker û karmendên Amerîkî yên li herêmê ne mafdar in ku alîkarîya ti kompanîyeke taybet bikin, karmend yan sazîyên wê jî ; yên ku dixwazin çavkanîyên petrola li Sûrîyê bikar bînîn," Kirby got.

Berdevk Kirby destnîşan kir ku tenê rewşek heye ku hêzên Amerîkî, li Sûrîyê di bin destrên heyî de jibo parastina sîvîlan kar dikin ku sedema hebûna hêzên Amerîkî ya li derdora qadên petrolê zelal dike.

"Girîng e ku em ji bîr nekin ku erka me li wir didome da ku em karibin têkbirina mayînde ya DAIŞ'ê dabîn bikin," wî got.

Ev gotara, di derbarê sîyaseta serokê nû yê Amerîka Joe Biden ya ser şerê navxweyî yê Sûrî de, ji sîyaseta Trump guhertineke cûda ya berbiçav nîşan dide.

Heremên petrolê yên sereke yên Sûrîyê li bakurê rojhilatê welat in.

Ev herema di bin kontrol Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) ya Kurdan de ye ku -hevalbendê Amerîkayê ne.

Hevdem, petrol çavkanîya sereke ya dahata heremê ye.

Xîlafeta Dewleta Îslamî ya Sûrîyê -Îraqê di 2019'an de ji hêla Amerîka û hêzên hevpeymanê ve hatibû têk birin.

Trump, piştî têkbirina DAIŞ'ê ragihandibû ku ewê piranîya hêzên Amerîkî ji Sûrîyê paşve vekişîne û jibo parastina petrolê tenê hejmareke hindik ya hêzan li welat bihêle.

Karbidestên Amerîkî wê demê digotin ku ew li wir bûn da ku nehêlin heremên petrolê bikeve destê komên tundrewan.

Kompanîyeke petrolê ku berê nedihat zanîn,Delta Crescent Energy, di 2020'an de jibo karanîna bîrên petrolê bi Kurdan re peymanek îmza kir.


XS
SM
MD
LG