Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Sala Borî 120 Sivîl ji Alîyê Hêzên Me Hatine Kuştin


Leşkerîya Amerîka bi raportekê îro Pêncşemê ragihand ku hêzên wê di sala çûyî de 120 sivîl li Îraqê, Sûrîyê, Afganistanê û Somalî kuştine.

Penatagonê ragihand ku di sala 2018’an de 76 sivîl li Afganistanê, bi giştî 42 kes jî li Îraqê û Sûrîyê û 2 jî di dema êrîşeke esmanî de li Somalî hatine kuştin.

Kongresa Amerîkî pêdivî dike ku Pentagon derbarê kuştina sivîlan, her sal raporteke pêşkêşî wê bike û di raporta 20 rûpelî ya vê salê de bal tê gotin ku hejmara kuştina sivîlan bi awayekî berbiçav kêm bûye.

Di raportê de tê gotin ku ti sivîl li Lîbya û Yemenê çênebûne.

Pentagonê ragihandibû ku di 2017’an de nêzî 800 sivîl, bê mebest ji alîyê endamên wê hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG