Lînkên eksesibilîtî

Pentagon Dîyar Dike ku Armanca Sereke li Sûrîyê Têkbirina DAIŞ'ê Ye


Jim Mattis û General Joseph Votel

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis dîyar kir ku li Sûrîyê, polîtîkaya wan ya leşkerî neguherîye ku armanca sereke têkbirina DAIŞ'ê ye.

Mattis, bi generalê Fermandarîya Leşkerî ya Amerîkî (CENTCOM) Joseph Votel, li Pentagonê preskonferansek li dar xist.

Mattis careke din da zanîn ku berpirsê êrîşa kîmyayî ya hefteya borî li Xan Şêxûnê pêk hat, rejîma Esad e û bi bîr xîst ku wî berê jî çekên kîmyayî karanîye.

"Min bi çavên xwe li rapora îstixbaratî nihêrî ku bêguman berpirsê êrîşa kîmyayî rejîma Sûrîyê ye" Mattis got.

Wezîrê Pentagonê bi berdewamî da zanîn ku ger Sûrîye careke din çekên kîmyayî bixebitîne, ewê bedel jibo wî welatî giran be.

Ser pirseke derbarê rola Rûsya û Îranê ya di êrîşa kîmyayî de, Mattis eşkere kir ku di dest wan de ti agahî tune, bes ew dizanin ku Esad êrîş birêve birîye.

Mattis got ku ewê peywendîyên Amerîka bi Rûsya re pûç nebin ku ew him di ser rêkên siyasî him jî ya leşkerî danûsitandinan dikin.

XS
SM
MD
LG