Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Ser Êrîşên Tirkîyê Nerazîbûna Xwe Nîşan Dide


Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ser êrîşên esmanî yên Tirkîyê û bûyerên li dû wan êrîşan daxuyanîyek belav kir.

Pentagonê da zanîn ku wan dîtiye ku Tirkîyê li Sûrîyê û Îraqê êrîşên esmanî li dar xistine û hêzên Kurd yên li Sûrîyê jî êrîş birine ser başûrê Tirkîyê.

Li gor daxuyanîya Pentagonê, Amerîka dijî hemî çalakîyên leşkerî disekine ku zararê dide îstiqrara Sûrîyê û serwerîya Îraqê.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku ew çalakî dijî armancan hevbeş yên wek têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) gefan çêdikin.

Amerîka, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de wek aktorekî girîng dibîne.

Hin rojnameyên welatên Rojava didin zanîn ku Tirkîyê bi operasyonên dawî nerazîbûna xwe ya ser peywendîyên Amerîka û HSD’ê nîşan daye.

Operasyonên Tirkîyê li dû peqîna Stenbolê destpê kirin.

Tirkîye ser êrîşa li Stenbolê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) tawanbar dike, lê ew dibêjin ku ti peywendîya wan bi êrîşê re tune.

XS
SM
MD
LG