Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Êrîşên Tirkîyê li Sûrîyê bo Hêzên Amerîkî Gefan Çêdikin


Hêzên Amerîkî li Rojava (Arşîv)

Wezareta Berevanî ya Amerîka, Pentagon ragihand ku êrîşên esmanî yên Tirkîyê yên li Sûrîyê bo leşkerên Amerîkî gefên rastexwe çêdike.

Berdevikê Pentagonê Patrick Ryder bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku ew jiber girjîya li bakurê Sûrîyê, Îraq û Tirkîyê ketine fikaran.


Ryder da zanîn ku ew girjî bo têkoşîna pêşketî ya dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) gef in.

"Leşkerên Amerîkî jibo girtina pirtir ji 10,000 girtîyên DAIŞ’ê bi hevkarên herêmî re dixebitin û ew êrîş jibo leşkerên Amerîkî yên li herêmê gef çêkirine."

Berdevikê Pentagonê bal kişand ku jibo ewlekarîya hêzên wan yên li hêrêmê divê girjî demûdest raweste.

Ryder dîyar kir ku jiber girjîyê li Sûrîyê û Tirkîyê sîvîlan canên xwe ji dest dane. Wî kuştina sîvîlan şermezar kir û jibo wan sersaxî xwest.

Wî dîyar kir ku wan hay ji fikarên ewlekarîyê yên rêwa yên Tirkîyê heye û da zanîn ku ew dê bi Enqerê û hevkarên xwe yên herêmî re ser parastina agirbestê baixfin.

Berdevkê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Aram Hina jî ji Dengê Amerîka re got ku ew bangî leşkerîya Amerîka û hêzên hevpeymana navdewletî dikin ku helwesteke cidî nîşan bidin, ne tene peyam û daxuyanîyan bidin.

Hina piştrast kir ku HSD'ê karê hevbeş yê bi Hevpeymana Navdewletî rawestandîye jiber ku hêzên wan bi parastina deverê mijûl dibin.

"General Mazlem Ebdî piştrast kir ku karê hevbeş yê şerê terorê û şaneyên rêxistina DAIŞê bi hêzên hevpeymana navdewletî re rawestîyaye. Ew jî jiber ku hêzên me bi parastina heremê ji êrîşên Tirkîyê mijûl dibe, herwiha têkilîya di navbera me û hêzên Rûsî de jiber êrîşên Tirkîyê bi awayekî neyênî bandor bûye."

Amerîka, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de wek aktoreke girîng dibîne.

Tirkîye îdia dike ku Partîya Karkerên Kurdistan û YPG wek hev in û givaştin li Washingtonê dike ku peywendîyên xwe yên bi wan re bibire.

XS
SM
MD
LG