Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon bo Leşkerên Transseksuel li Benda Dîrektîfa Trump E


Artêşa Amerîka ragihand ku heta ku Serok Donald Trump bo Pentagonê dîrektîfê dide, dê leşkerên transseksuel di artêşê de bimînin.

Serok Trump, pêr Çarşemê li ser Twitterê dîyar kiribû ku ewê transseksuel, bi ti awayî nikaribin di artêşe de cîh bigirin.

"Mesrefa kesên ku zayenda xwe diguherînin bo artêşê pir zêde ye. Artêşa Amerîka nikare vî barî rake" Trump gotibû.

Rewşa transseksuelên ku niha di artêşê de ne dê çi be, eşkere nebûbû.

Sererkanê Artêşa Amerîka Joseph Dunford, ji fermandarên payabilind re nameyek nivîsî û tê de da zanîn ku "ewê rêza li hember hemî leşkerên xwe bidomînin"

"Heta ku dîrektîfa Serok Trump digihîje Wezareta Berevanîyê, ewê siyaseta heyî ya artêşê neguhere" Dunford di nameyê de nivîsî.

Rêvebirîya Barack Obama, pêşîya transan bo leşkerîyê vekiribû.

Lê di meha Hezîranê de, Wezîrê Berevanîyê Jim Mattis beşdarîya transan bo artêşê, ji 6 mehan re betal kiribû.

Li gor Rand Corporation, ku sazîyeke ramanê ya serbixwe ye, di Artêşa Amerîka de 2450 trans hene, lê hin komên din yên parastina mafan dibêjin ku ew hejmar 10,000'î derbaz dike.

XS
SM
MD
LG