Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna li Almanya de 1 Kes hate Kuştin, 31 Kes jî Birîndar Bûn


Di peqîna li heremeke ku kargehên hilberînên kîmyewî hene ya li Leverkusen ya li rojavayê Almanyayê pêk hat de, 1 kes jîyana xwe ji dest daye û her wiha 31 kes birîndar bûne û her wiha 4 jî winda ne

Li gor ragihandina karbidestan sedema peqînê heya niha nayê zanîn.

Karbidestên rêvebirîya heremî jiber ku li qada peqînê dûmana ku heye dibe ku zarardar be, bang li welatîyan kir da ku u derî û penvereyên xwe bigirin.

Şaxa Cûrrenta ya yek ji hilberînerê kîmyayî bi daxuyanîye de wiha got: “Welatiyên Leverkûsen bikevin odayên girtî, kilîmayan bigirin, ji ber ewlehiyê derî û pencereyên xwe bigirin.”

Currenta, berpirsê navendê ku tevî Bayer û Lanxess zedetirî 30 kargehên hilberînên kîmyewî çê dikin hene, ragihand ku tîmên vemirandînê di 3 seatan de şewata jiber peqînê ya li Chempark vemirandin in.

Serokê Chempark Lars Friedrich got ku "Em jiber qezaya trajîk û mirina hevkarek xwe pir xemgînên," û anî ziman ku xebatên lêgerîna bo çar kesên ku hîn jî winda ne, didomin.

Chempark Leverkûsen di vê pişesazîyê de yek ji kargehên herî mezin ya Ewrupayê ye.


XS
SM
MD
LG