Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna li Baquba de bi Dehan Kuştîn Hene


Di peqîneke dijî mizgefteke Sunnîyan de, herî kêm 23 kes li nêzîkî Bexda hatine kuştin.
Êrîşa îro Înîyê ku li Baquba qewimî berdewamîya jimareke êrîşan e ku hefteya borî li seranser Îraqê qewimîbûn.

Do Pêncşemê 25 kes di peqînên cihê de li Bexda û Kerkuk hatibûn kuştin û êrîş dijî taxên Şîayan hatibûn kirin.

Roja Çarşemê jî 33 kes li payaxt Bexda û li bajarên din bibûn armanca bombeyan. Di êrîşên Çarşem û Pêncûemê de, herwiha, gelek kes jî birîndar bibûn.

Serowezîrê Îraqê Nuri Maliki ji tundîya zêdebûyî şerê mezhebî berpirs dibîne.

Maha çûyî hêzên ewlekarîyê li Kerkukê êrîş biribûn ser xwepêşandêrên Sunnî û ji wê rojê vir ve arîşeyên mezhebî li Îraqê zêde bûne.
XS
SM
MD
LG