Reuters'ê îro Çarşemê ragihand ku li navenda Kabîl ya Afganistanê wesayîteke bombebarkirî bi dengekî bilind peqîya û esmanê bajêr bi ewrên reş hat dagirtin.
Peqîn li nêzî balyozxaneya Almanya pêk hat. Karbidestên ewlekarîyê dîyar dikin ku bi qasî 80 kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Ewlekarîya Kabîlê Beşîr Mucahîd da zanîn ku li herêma peqînê, xencî balyozxaneya Alman, çend avahîyên din yên fermî hene û hîn ne eşkere ye ku çi hatîye armanc kirin.
Bi peqînê re pencere û derîyên bi sedan metre wêde jî şikestin.
Berpirsîya peqînê hîn ti rêxistin negirtîye ser xwe.