Reuters'ê do Çarşemê ji zarê jêderên herêmî ragihand ku li Tikritê di êrîşeke bi wesayîta bombebarkirî 8 kes hatin kuştin û 50 jî birîndar bûn.
Wesayîta hat peqandin, li Sûka el-Atibaa (Sûka Doktoran) hatibû park kirin kirin ku jiber klînîkan ew der tim qelebalix e.
Berpirsîya peqînê hîn ti rêxistin negirtîye ser xwe, lê DAIŞ ya ku li Mûsilê li hember hêzên hikûmeta Îraqê têk diçe berê êrîşên heman rengî li dar xistibûn.
Hêjayî bîrxistinê ye, hefteya borî jî di peqînên daweteke li nêzî Tikritê 20 kes hatibûn kuştin.