Serokê Perava Diranfîl Alassane Ouattara îro Çarşemê ragihand ku serokwezîr Amadou Gon Coulibaly koça dawî kir.
Coulibaly yî 61 salî di dema civîna kabîneyê ya hefteya borî de nexweş ketibû û ji nexweşxanê re hatibû veguhastin.
Partîya desthiltdar RHDP Coulibaly di meha Adarê de wek berbijarê xwe yê hilbijartina seroktî ya meha Cotmehê bijartibû.