Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Gumana Gendeliyê Polîsê Peruyê Tavêjin Ser Mala Seroka Welêt


Dina Boluarte Seroka Peruyê
Dina Boluarte Seroka Peruyê

Polîsên Peruyê Roja Şemiyê, avêtin ser mala Seroka welêt Dina Boluarte, wekî beşek ji lêkolîna li dor gumanên gendeliyê li dijî wê.

Li gorî belgeya polîsan ya ku ajansa France Presse bi dest xistiye, nêzî 40 polîs û efser beşdarî serdegirtinê bûne, li saetên Rolexê geriyan yên ku wê eşkere nekirbûn.

Polîsan got ku serdegirtin "bi armanca lêgerîn û desteserkirinê ye."

Di destpêka vê mehê de, rayedaran lêpirsînek li ser Dina Boluarte dest pê kir piştî raporek çapemenîyê ragihandbû ku wê saetên girna buha hene ji çavkaniyek nenas ji wê re hatine û di tomarên fermî de nînin.

Kanala televizyonê ya herêmî "Latina" serdegirtina ku roja Şemiyê bi operasyoneke hevbeş di navbera polîs û dozgeriya giştî de hat kirin, weşand.

Boluarte di 7'ê Kanûna 2022 de seroktîya Peruyê girt dest, piştî ku serokê berê, Pedro Castillo, hewl da ku Kongresa Kongresê hilweşîne û bi biryarnameyê desthilatê bimeşîne, ku bûbû sedema hilweşandin û girtina wî.

Jiber ku wê weke siyasetvanek destpak xwen îşan dabû û sozên şerê genmdeliyê dabûn gel li kêleka wê rawestiya bû, lê piştî bi gendeliyê hat tawanbar kirin xwepêşandanên tund û seranserê li dij wê çêbûn.

Di xwepêşandanên piştî wê de herî kêm 49 kes hatin kuştin.

Boluarte, parêzerek 61 salî ye, di Tîrmeha 2021'an de ji karbidestek navçeyek hejar bû cîgira serok di dema seroktîya Pedro Castillo de, û dûv re serokatî kir di Kanûna 2022'an de piştî ku Castillo ji ber hewldana hilweşandina Kongreyê û bi biryarnameyê hate derxistin.

Tevliheviya siyasî li Peru, ku di pênc salên borî de şeş serok dîtin, ne tiştek nû ye.

Lê pir kes daxuyaniyên herî dawîn yên Boluarte wekî berevajiya sozên wê yên berê ya ku bi dilpakî bi dozgeran re biaxive, dibînin.

Rexnegirên hikûmeta Boluarte dibêjin her ku diçe zordarî zêde dibe û hewildan hene ku bi Kongresê re lihevhatinekê bike ku serxwebûna dadweriya welat têk bibe.

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG