Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di 2 Erdhejên li Pîroyê de 6 kes Mirin û 21 jî Birîndar Bûne

Dîmenek piştî erdhêja bi 5.1 pileyî li Peru, 191ê Tîrmeha 2026’an.
Dîmenek piştî erdhêja bi 5.1 pileyî li Peru, 191ê Tîrmeha 2026’an.

Karbidestan ragihand ku îro Yekşemê di encama du erdhejên ku li herêmeke çiyayî ya Pîroyê qewimîne, herî kêm şeş kes mirine û 21 kes birîndar bûne.

Navenda Sîsmolojîk a Niştimanî Pîroyê li ser X'ê ragihand ku, erdhejên bi mezinahîya 5.1 û 3.7 pileyan şeva Şemîyê li parêzgeha Chupaca li herêma Junin, ku nêzîkî 300 km li rojhilatê Lîmayê ye, pêk hatine.

Navendê got ku erdheja yekê li kûrahîya 24 km û ya duyê jî li kûrahîya 18 km ya din bin erdê de çêbûne.

Luis Vasquez, serokê Enstîtuya Berevanîya Sivîl a niştimanî ya Pîroyê, ji radyoya herêmî Exitosa re got ku li gor agahîyên destpêkê bîlî mirî û birîndaran, jiber erdhêjan nêzî 48 xanî xira bûne û 18 xanîyên din jî zarar dîtine, ku li dora 300 kes bandor bûne û jibo wan kesana kon hatine dayîn.

Vasquez got ku tîmên awarte û agirkujîyê roja Yekşemê li heremên bandarbûyê bermahîyên jiber erdhejê paqij bikin û ser egera asê mayîna hin qurbaniyên din xebatên xwe yên lêgerînê didomînin.

Navenda Sîsmolojî ya Ewrupa û Derya Spî zûtirîn demjimêran de ragihandibû ku mezinahîya erdheja yekê bi 5.6 pileyê bû.

Pîro li kêleka Xeleka Agir ya Pasîfîkê cîh digrê, herêmek ku qasî ji sedî 85’ê çalakîyên sîsmîk yên cîhanê pêk tên.

This item is part of
XS
SM
MD
LG